Serûpel Çawa Dibe?

Vîrûsên gerokê çawa têne paqijkirin?

PARVE BIKE

Wextê ku mirov di înternetê de digere, bi riya rêklaman carina hin malware (cureyeke vîrûsan) di geroka mirov de bi cih dibin.

Zerarên van vîrûsan çi ne?

Gava ku hûn di înternetê bin, di sîteyên bêrêklam de jî wextê ku hûn bitikînin ser nivîsekê an jî qismekî din yê malperê rêklam derkevin ber we an jî hejmara wan rêklaman pir zêde bin dibe ku vîrûs ketibin pêvekên geroka we (extensions’an). Qismê girîng ev e: tu natikînî ser rêklaman, ditikînî ser nivîsê an jî qismekî din lê dîsa jî rêklam derdikevin. Eger tiştekî wisa hebe îhtimal e ku vîrûs ketibin geroka te.

Ji bo ku ev vîrûs nêyen divê em çi bikin?

Ji bo ku ev vîrûs xwe negihînin gerok we, divê hûn ji malperên ku hûn bi wan ne bawer bin, ti bername, fîlm an jî tiştekî din danexin. Ev vîrûs (nivîsbariyên zerarder) dibe ku agahiyên we bidin kesên niyetxirab.

Jêbirina van vîrûsan

Ji bo ku tu wan vîrûsan jê bibî wisa bike: Peldankekê vebike û di qismê pêristê de vê binivîse:

C:\Users\”Navê te yê bikarhêneriyê”\AppData\Local\Google\Chrome\User Data\Default\Extensions.

Piştî ku te vê nivîsand pê li ‘enter’ê bike û biçe wê peldankê. Wextê ku ew peldank vebû hemî tiştên tê de jê bibe. Wê pêvekên te jî biçin, yên ku bi kêrî te bên paşê dikarî cardin daxînî.

Ji vê rismê qismê pêristê dikarî bibînî - ji bo paqijkirina vîrûsên wekî extensions'an
Jêbirina vîrûsên gerokê

Yek ji mêtodên paqijkirina vîrûsê ya ku me li jor behs kiriye ye. Em ê di nivîsên xwe yên din de qala mêtodên din jî bikin. Heta nivîsekî din bimînin di xêr û xweşiyê de.

Ev jî vîdeo nîşan dide ku vîrusên gerokê çawa têne paqijkirin.

BERSIVEKÎ BIDE

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivîse
Ji kerema xwe re navê xwe li vir binivîse