Serûpel Sepan

WhatsApp êdî bi kurdî ye!

14096
PARVE BIKE

Êdî bikarhênerên sepana platforma WhatsAppê dikarin bi kurdî bi kar bînin. Yek ji hezkiriyê zimanê kurdî ku li ser teknolojiyê xebatan dike Gernas Nenas WhatsAppê wergerand kurdî û got êdî bikarhêner dikarin WhatsAppa Kurdî daxînin û bi kar bînin.

Di warê teknolojiyê de pêşketinek din jî li kurdî zêde dibe. Sepana peyamşandinê û lêgerandinê ya xwedî taybetmendiyên xwe ya navbera platforman WhatsApp Messenger ya ji bo telefonên biaqil êdî bi kurdî ye. Naveroka hemû beşên WhatsAppê bi kurdî hat amadekirin. Kesên ku dixwazin WhatsAppê bi kurdî bi kar bînin dikarin peyda bikin û daxînin telefonên xwe.
Di cîhanê de yek ji sepana ku zêdetir peyam pê tên şandin WhatsApp ku bi kurdî hat amadekirin kêfa bikarhenerên kurd jî anî. Yek ji hezkiriyê zimanê kurdî Gernas Nenas ê ku di warê alav û vîdeoyên teknolojiyê de li ser kurdî dixebite demeke dirêj bû ji bo ku WhatsAppê wergerîne kurdî dixebitî û vê xebata xwe temam kir.

‘ZIMANÊ KURDÎ ZIMANÊ TEKNOLOJIYÊ YE JÎ’ 

Nenas anî ziman ku zimanê kurdî ne tenê zimanê axaftinê ye di heman demê de zimanê nivîsandin û xwendinê ye û got: “Pir fikirîm li ser teknolojiyê. Çima em teknolojiyê bi zimanek din bi kar tînin. Lewma min xwest êdî WhatsAppa Kurdî jî hebe. Min çend caran bi WhatsAppê re têkilî danî lê bes bersiva erênî nedan. Xwe nêzî WhatsAppa Kurdî nekirin. Min li ser sepanê APK Edîtor ewil ji bo xwe ceriband. Piştî min ceriband serkeftî bû û min dît ku tê wergerandin. Pişt re ez fikirîm ku çêbikim û vê sepana kurdî belav bikim.”

‘BI VÊ XEBATÊ ŞA DIBIM’ 

Nenas diyar kir ku ji ber ferhengek peyvên teknolojiyê nîn e di warê bicihkirina peyvan de hinek zehmetî kişandiye û wiha dewam kir: “Ji bilî zehmetiya peyvan, wekî din ev xebat xweş dimeşe. Xebata kurdî ji bo min cihê kêfxweşiyê ye. Pê şa dibim û nawestim. Dixwazim vê yekê jî bêjim dibe ku hin peyv ‘çêker bin’ ji ber vê yekê jî lêborîna xwe ji bikarhêneran dixwazim. Ji bo alîkariya hemû heval û dostan jî spasdar im.”

‘DIVÊ EM DAXÎNIN DA KU WHATSAPP BIBÎNE WA KURDÎ TÊ BIKARANÎN’ 

Nenas da zanîn ku ji destpêkê heta dawî her beşên wê bi kurdî ye û wiha got: “Heke bikarhener rabin tê de bi tirkî binivîsinin ne bi kurdî ye, lê heke bi kurdî binivîsinin her tiştê wê dibe kurdî. Hemû naveroka wê bi kurdî ye. Va me çêkir îcar dora bikarhenera ye. Ez daxwaz dikim ku tê de bi tirkî nenivîsînin. Em hêvî dikin ku dê hemû bikarhener ji heval û dostên xwe re parve bikin û wê WhatsApp jî bibîne ku va kurd xwedî li zimanê xwe derdikevin. Belkî êdî ew jî bi awayek fermî bi zimanê kurdî WhatsAppê çêbikin ku em bikaribin daxînin.”

LI SER MALPERA TEKNİSTAN.COMê TÊ DAXISTIN 

Nenas destnîşan kir ku ew ê sepana WhatsAppa Kurdî li ser malpera me teknistan.com de belav bikin û got: “Em ê ji bo daxistina WhatsAppê hemû tiştî binivîsinin li ser malpera Teknistanê. Daxistina wê zor nîn e. Tenê li şûna ku di Play Store de daxînin, dê li ser teknîstanê daxînin. Her tişt eynî ye. Ne hewceye pê li tiştekî teknîkî bikin. dadixînin û saz dikin.”

WHATSAPP NAHÊLE KU PLAY STORE WHATSAPPA KURDÎ BELAV BIKE 

Nenas got ji ber ku WhatsAppa kurdî ji şirketa WhatsAppê re ne fermî ye qebûl nake ku Play Store sepanê bide belavkirin. Nenas da zanîn ku di sala 2016an de jî serwîsa peyamşandinê ya Telegram jî wergerandiye kurdî û sepana “lîstika peyva” ya bi kurdî çêkir û bernameya “lîstika milyoner” jî wergerandiye kurdî û li ser Play Store tê peydakirin. Nenas her dawî got WhatsAppa kurdî ku hatiye çêkirin tenê ji bo telefonên Androîd hatiye amadekirin.

Çawa dibe?

Ev kiryar tenê ji bo Androidê ye. Ji bo iPhoneê nabe. Ji bo Androidê wekê tê zanîn tenê li ser Play Storeê sepana bar dike. Sepanên fermî yên Play Storê tenê bi zimanê telefonê dixebitin û ji ber ku zimanê telefonê nabe kurdî ew sepan jî nabin kurdî.

Îja ev Whatsappa Kurdî ji hatiye kurdîkirin û lewma divê ji derve jî bar bibe. Ji bo vê divê pêşî mîhengên telefonê serast bikin. Bikeve mîhengan paşê ewlehî û bişkoka çavkaniyên nenas veke.

  • Mîheng/Ewlehî/Çavkaniyên nenas
  • Settings/Security/unknown Sources
  • Ayarlar/Guvenlik/Bilinmeyen kaynaklar
  • الإعدادات/الأمان/مصادر غير معروفة

Çavkaniyên nenas vekin

Paşê ji vê girêdanê daxînin û saz bikin.

Ji vir >> Whatsapp Kurdî Daxîne

Berê ku daxînin û saz bikin duyema (backup, yedek) Telefona xwe û Whatsappa xwe bigirin. Ji wendabûna dane û agahiyên we û pirsgirêkên din em ne berpirsiyar in.

Ev jî telegrama kurdî bû

10 ŞIROVE

  1. Zor spas ji bo hemû xebatkarên sazkirina vê xebata hêja û giranbuha a ji bo ku li ser watsapê bê bikar anîn,
    Em pir bi vê xebata we kêfxweş bûn, û eç hêvî dikin ku, wê ev xebat bibe despêkek ji bo u ev ziman bibe fermî û di hemû warên jiyanê û teknolojiyê de bê bikar anîn

  2. Gelek spas ji bo ve xebatê, karekî pir heja ye, le ez nikarim nav sepanê qeyda denge bigirim , her dem xeta dide û sepan xwe digire , gelo wê çawa çareser bibe?

    • Ev ne WhatsAppa fermî ye. Em jî zêde tiştan derbarê wê de nizanin. Bi çêkerê sepanê re biaxivî, ew bêhtir agahiyan bide.

    • Heya ku Android an ios nebe Kurdî WhatsAppa fermî jê nabe kurdî. Ji ber ku Whatsappa fermî zimanê pergala telefonê dide pêş.
      Pêşî ji bo Androidê û iOSê îmze vekin dê çêtir be.

BERSIVEKÎ BIDE

Ji kerema xwe re şiroveya xwe binivîse
Ji kerema xwe re navê xwe li vir binivîse